Merasîmên salvegera koça dawî ya Serok Celal Talebanî
Kurdistan 11:45 PM - 2026-10-02
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Siba roja Şemiyê 3/10/2026an, salvegera koça dawî serokê
neteweyî Mam Celal e, ev serok û têkoşerê mezin ku roleke berçav û mezin
lîst da ku jîngeheke aştiyê biafirîne û bi hemû hêza xwe xebitî da ku hemû
pirsgirêkan li Îraqê û Herêma Kurdistanê çareser bike.
Salvegera pêncemîn a koça dawî Serok Celal TalebanîDi 3 çiriya pêşîn (cotmeh) a 2022an de, merasîmê bîranîna salvegera pêncemîn a koçkirina serokê neteweyî Mam Celal, li Salona Seed Ebdullah a li Hewlêrê, bi amadebûna serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê hatin lidarxistin.
Salvegera şeşemîn a koça dawî Serok Celal TalebanîRoja Sêşemê, 3yê çiriya pêşîn (cotmeh) a 2023an, li paytext Bexdayê, merasîmên bîranîna salvegera şeşemîn a mirina serokê neteweyî Mam Celal hatin lidarxistin, ev yek di bin serperiştiya Serokkomarê berê Dr. Ebdulletîf Reşîd de, bi hevkariya Saziya Serok Celal Talebanî û bi amadebûna birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, û Qubad Talebanî, Berpirsê Buroya Sekreteriyeta Serok Mam Celal, pêk hat.
Salvegera heftemîn a koça dawî ya Serok Celal TalebanîDi roja pêncşemê de ku dikeve 3ê çiriya pêşîn (cotmeh) a 2024an, di bin çavdêriya Balyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Serok Celal Talebanî de, li Kerkûkê merasîmeke bi heybet ji bo bîranîna salvegera heftemîn a koça dawî ya serok Mam Celal hate lidarxistin.
Di merasîmê de Dr. Letîf Cemal Reşîd (Serokomarê berê yê Îraqê), Nûnerekî taybet ê Serokwezîrê Federal ê berê Mihemed Şeya Sûdanî, Birêz Bafil Celal Talebanî (Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê), Qubad Talebanî (Berpirsê Buroya Sekreteriyeya Serok Mam Celal) û gelek kesayetiyên hikûmî û hizbî amade bûn.
Salvegera heyştemîn a koça dawî ya Serok Celal TalebanîDi roja înê de, ku dikeve 3ê çiriya pêşîn a 2025an, Saziya Serok Celal Talebanî û Buroya Sekreteriyeya Serok Mam Celal li hola konferansan a Zanîngeha Silêmaniyê merasîmeke taybet ji bo salvegera heyştemîn a koça dawî ya Serok Celal Talebanî li dar xistin. Ev yek di bin çavdêriya her yek ji Balyoz Dr. Mihemed Sabir (Serokê Saziya Serok Celal Talabanî) û Dr. Kosar Mehemed (Serokê Zanîngeha Silêmaniyê) de pêk hat.
Di merasîmê de Birêz Bafil Celal Talebanî (Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê), Qubad Talebanî (Berpirsê Buroya Sekreteriyeya Serok Mam Celal), mêvanên ji berpirsên hizbî, hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê, her wiha balyoz û nûnerên welatên cîhanê li Îraq û Herêma Kurdistanê amade bûn.
Salvegera nehemîn a koça dawî ya MamSibe roja Şemiyê, 3/10/2026an, salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal e û amadekariyan ji bo lidarxistina merasîmeke bi heybet li paytext Bexdayê, bi amadebûna serokên aliyên siyasî û berpirsên hizbî û hikûmî tê kirin.
Bi boneya hatina salvegera nehemîn a koçberbûna xema neteweyê Serok Mam Celal ve, ekranên mezin ên elektronîkî li çend qad û kolanên sereke yên paytext Bexdayê bi wêne û gotinên ji jiyana xema neteweyê tijî bûn; ev jî dîmenek bû ku tevî derbasbûna neh salan di ser çûna wî re, amadebûna wî di bîra siyasî û gelêrî ya Iraqê de nû kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

