Şêx Cefer xelat pêşkêşî grûpa Drama ya Gerdelûl kir

Kurdistan 04:10 PM - 2026-10-03
Şêx Cafer Şêx Mistefa û Grûpa Drama ya Gerdelûl Taybet

Şêx Cafer Şêx Mistefa û Grûpa Drama ya Gerdelûl

Şêx Cafer Şêx Mistefa Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li hola civînên civatê, wî xelat da Celîl Zengene, derhênerekî Kurd yê navdar û hin karmendên rêzefîlma dramayê Gerdelûl.

Di merasîmê de ku  her yek ji heval Ciwamêr, mamosta Celal Şêx Kerîm û Cotyar Nûrî amade bûn, Şêx Cefer Şêx Mistefa gotarek pêşkêş kir û pesna rola berbiçav ya Celîl Zengene û hunermendên beşdar di rêzefîlma dramayê ya Gerdelûl de da, ku bi riya dramayê beşek ji dîroka geş ya gelê Kurdistanê û şoreşa nû pêşkêşî nifşê nû yê civaka Kurd kirine daku her tim ji bîr nekin ku bi çi qurbanî, êş û zehmetiyan Kurd karîne beşek girîng ji mafên xwe yên bê destûr li Başûrê Kurdistanê bi dest bixin.

Hevdem bal kişand ser rola girîng ya hunerê di pêşvebirina neteweyan, pêkanîna guhertinên civakî û bilindkirina hişmendiyê di nav takekesan de di civakê de, û pêwîst dît ku her gav piştgirîya hunermendan were kirin.

Piştre li ser navê karmendên xwe, Celîl Zengene spasiya heval Şêx Caefer kir ji bo ku her gav bi huner û hunermendan re eleqedar bûye û piştgiriya xwe ya ji bo wan berdewam kir û soza xwe ya ji bo xizmetkirina hunera Kurdî û berdewamkirina beşên din yên drama Gerdelûl ji nû ve piştrast kir.

Di dawiya merasîmê de, heval Şêx Cafer û hejmarek ji hevalên civatê xelat pêşkêşî hunermendan kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike