Peyamek ji malbata Salih Muslim ji bo salvegera koça dawî ya Mam Celal
Kurdistan 10:46 AM - 2026-10-05
PUKMEDIA
Salih Muslim
Malbata Salih Muslim di salvegera koça dawî ya Serok Mam
Celal de peymekê belav dikin û bi girîngî behsa dîroka wî ya tijî têkoşîn
dikin.
Deqa peyamê:
Bi rêz, hurmet û hezkirin em bîranîna Mam Celal Talebanî
dikin, yê ku yek ji kesayetên dîrokî û bi bandor ên siyasî yên kurd bû û di
jiyana xwe de ji bo maf, azadî û hebûna siyasî ya gelê kurd têkoşiya.
Mam Celal ne tenê serokekî siyasî bû, belkî kesayetekî bi
bandor di dîroka nû ya Kurdistanê de bû, yê ku di qonaxên dijwar û tijî alozî
de hewl da ku dengê gelê kurd bigihîne û pêwendî û hevbeşiya di navbera beşên
Kurdistanê de xurt bike.
Di dema ku şerê DAIŞê û hêzên terorîst bi giraniyek mezin li
navçeyê berdewam bû, Rojava û kurdên Rojavayê di yek ji qonaxên herî dijwar ên
dîroka xwe re derbas dibûn.
Di wê demê de, piştgiriya siyasî û helwesta Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo Rojava û kurdên wî beşa, û hewldana ji bo
xurtkirina hevbeşî û pêwendiyên kurdistanî, beşek bû ji wê helwesta ku di wê
qonaxê de giraniyek taybet hebû.
Wê rojê nîşan dan ku guman li ser hebûn û naskirina kurdan
hebe, sînorên destkarî nabe ku bibin asteng li pêşberî hevpiştiya di navbera
kurdan de. Rojava di wê qonaxê de bû sembola xweragiriya gelê kurd, û her
helwesteke piştgirî ji bo Rojava di wê demê de, di çarçoveya dîroka hevbeş a
kurdan de wateyeke taybet hebû.
Em di bîranîna Mam Celal de, ne tenê bîranîna kesayetekî
siyasî dikin, belkî dîrokek ji têkoşîn, qurbanîdan û hewla gelê kurd ji bo
naskirin, ziman, ax û mafê wî yê siyasî dixin ber çavên xwe.
Li ser bîranîna wê kesayetiya dîrokî, em sersaxî û hevxemiya
xwe arasteyî malbat, nêzîk, hevrê û hemû kesên ku bîranîna Mam Celal di dilê
wan de ye dikin.
Bîranîna Mam Celal Talebanî bi rêz û serbilindî zindî tê
hiştin
Giyanê wî şad, bîranîna wî bilind û navê wî bi dîroka gelê
kurd re zindî be
Malbata Salih Muslim
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

