Serok Bafil: Em piştgiriyê li çespandina mafên gelê Kurd li Sûriyê dikin

Kurdistan 09:46 PM - 2026-10-13
Serok Bafil û Mezlûm Ebdî Nivîsingeha Rojnamevanî ya Serok Bafil

Serok Bafil û Mezlûm Ebdî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Hewlêrê, bi şêwirmendê serokatiya komara Sûriyê Mezlûm Ebdî re civiya

Di civînê de ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Şalaw Kosret Resûl jî têde amade bûn, pêşhateyên dawîn yên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê hatin nirxandin.

Rewşa giştî ya Sûriyê û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin û serok Bafil piştevaniya neguher ya YNK’ê ji bo mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyan dubare kir û ragihand, ew piştgiriyê didin çespandina mafên neteweyî û destûrî yên gelê Kurd li Sûriyê û got: Emê hevkariya her pêngavekê bin ku jiyana hevbeş ya aştiyane gerantî bike û bibe sedema pêkanîna aramiya ji bo serdestbûna li ser astengiyan di Sûriye ya nû de.

Di civînê de, Mezlûm Ebdî rola serok Bafil û YNK’ê di biserxistina diyalogan li Sûriyê û parastina mafê Kurdan di çarçoveya rêketinan de bilind nirxand.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike