Serok Bafil: Li ser heman siyaseta Serok Mam Celal piştgiriya pêvajoya Aştiyê dikin
Kurdistan 08:04 PM - 2026-10-14
Ragihandina Serokê YNKê
Civîna Serok Bafil digel Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partiyê.
Bafil
Celal Telabanî, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, li Debşanê pêşwazî li
Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partiyê kir.
Di
hevdîtinê de ku Şanaz Îbrahîm Ehmed, Dr. Yûsif Goran, endamên Mekteba Siyasî û
Salar Lale Serhed, Berpirsê Burda Peywendiyên Kurdistanî amade bûn, tekezî li
ser berdewamiya hemahengî û alîkariya hevbeş û xurtkirina peywediyên di navbera
her du aliyan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de hat kirin, bi wayekî
ku bibe sedema aramiyeke zêdetir li navçeyê.
Derbarê
pêvajoya aştiyê li Turkiyê, bîr û raman hatin guhertin û Serok Bafil piştgiriya
Yekîtiyê ji bo vê pêngava dîrokî dubare kir û got: Emê li ser heman siyaseta
Serok Mam Celal berdewam bin heya ku ev pirsa giring û çarenûsî serkeve,baweriya
me ewe ku bi pêkvejiyan û aştiyê em dikarin xizmeta gelê xwe bikin, ji ber ku
di şer û dubendiyê de ji bilî wêraniyê tiştekî din bi dest nakeve; lewra ez
hêvî dikim ku hemû rûpelekî nû vekin ber bi aştiyeke berdewam.
Ji aliyê xwe
ve, Tuncer Bakirhan spasiya hewldanên Bafil Celal Telabanî û Yekîtî kir ji bo biserxistina
pêvajoya aştiyê û got: Em bi rêzdarî li rola we dinêrin û spasiya pêngavên we
dikin ku di xizmeta aramî û bihevrajiîna aştiyane de ne li navçeyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

