Serok Bafil: Mafên gelê Kurd tenê bi rêya gotûbêjê tên bidestxistin
Kurdistan 09:07 PM - 2026-10-15
PUKMEDIA
Serok Bafil û Mazlûm Ebdî
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê, li Dabêşanê pêşwaziya Mazlûm Ebdî, Şêwirmendê Serokatiya Komara
Sûriyeyê kir.
Di hevdîtinê de ku Şêx Ehmed Heme Kerîm û Dr. Hawrê Şêx Daro
endamên Mekteba Siyasî amade bûn, pêşhatên dawî yên navçeyê û rewşa Sûriyeyê
hatin gotûbêjkirin û bal hat kişandina ser berfirehkirina hevahengiya di
navbera her du aliyan de.
Bafil Celal Talebanî tekezî li ser yekxistina hewldanan ji
bo serxistina diyalogê kir û got, Baweriya me ya neguhêre ku mafên gelê Kurd û
pêkvejiyana aştiyane tenê bi rêya gotûbêjan tên bidestxistin. Sûriyeya nû divê
li ser bingeha hevbeşiya nîştimanî û pirrengiyê bê avakirin, di wê pêvajoyê de
jî Yekîtî hemû piştevaniya xwe dixe meriyetê.
Ji aliyê xwe ve, Mazlûm Ebdî rola Serok Bafil û Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê wekî giring bi nav kir û got, Piştevanî û hewldanên we
yên berdewam bûn bingeheke giring ji bo derbaskirina astengiyan û rûxandina
zemîna têgihiştinê, bi corеkî ku mafên gelê Kurd parastî bin û xizmeta paşeroja
Sûriyeya nû bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

