Parlamenterê YNKê daxwazekê pêşkêşî Wezîrê Xwendina Bilind ê Îraqê dike
YNK 04:11 PM - 2026-10-19
PUKMEDIA
Helo Qadir Cebarî
Parlamenterekê YNKê daxwaza rizamendiyê ji Wezîrê Xwendina
Bilind ê Îraqê dike daku derçûyên Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê ya ser bi
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, karibin xwendina xwe li Zanîngeha Kerkûkê
bidomînin, û tekez jî dike ku ewê hemû hewldanan bikin daku vê pêngavê bi ser
bixin.
Endamê Parlamena Îraqê ji fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê Helo Qadir Cebarî, ji PUKMEDIAyê re ragihand: Min nivîsek pêşlêşî
Wezîrê Xwendina Bilind ê Îraqê kiriye derbarê wergirtina erêkirinê ji bo
berdewamkirina xwendina derçûyên Peymangeha Hunerên Ciwan a Kerkûkê ya ser bi
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Zanîngeha Kerkûkê.
Wî her wiha ragihand: Emê hemû hewldanan bidin daku ev
pêngav bikeve warê cîbicîkirinê de û derçûyên Peymangeha Hunerên Ciwan a
Kerkûkê ku ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, karibin li zanîngehên Kerkûkê
bixwînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

