Şanda Mekteba Ragihandin û Hişyariyê serdana medyakarê dêrîn Ferhad Sengawî kir
Kurdistan 08:12 PM - 2026-10-21
PUKMEDIA
Şandey Mekteba Ragihandin û Hişyariyê bi medyakarê dêrîn Ferhad Sengawî re
Di çarçoveya serdanên xwe de ji bo nivîskar,
rewşenbîr û medyakaranên dêrîn yên Kurd û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê,
nîvroya îro Mekteba Ragihandin û Hişyariyê bi şandeke bilind serdana nivîskar û
medyakarê Kurd û bêjerê dêrîn yê Îzgeha Dengê Gelê Kurdistanê, birêz Farhed
Sengawî li bajarê Silêmaniyê kir.
Şandeya Mektebû
ku bi serperiştiya heval Letîf Nêrewî endamê serkirdayetî û berpirsê burda
ragihandinê yê ser bi mektebê ve bû, piştî xêrhatinê li wî hevalê dêrîn yê
Yekîtiyê ji bo welat, qefetek gulan ya rêz û wefayê pêşkêşî birêziya wî kirin û
salên tijî serwerî yên karê medyagerî û xizmetkirina bêhempa ya wî di Îzgeha
Dengê Gelê Kurdistanê û dezgehên din yên ragihandinê yên Şoreşa Nû ya Gelê Kurdistanê
bi serokatiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de bilind nirxandin.
Şandeya
Mektebê ji nêz ve guh da hemû rexne, bîrûbawer û pêşniyarên Ferhad Sengawî û
hêvî xwestin ku bi ezmûn, perojî û dilsoziya xwe ve beşdar bibe di hemû kar û
çalakiyên rewşenbîrî û medyagerî yên ku di xizmeta doza rewa ya gelê me de ne û
pêwîstiya wan bi bîrûrayên cuda yên karakterên siyasî û medyagerî yên Kurd û
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê heye, bi taybetî ku Yekîtî dest bi biha û
azadiya derbirînê û rexnegirtinê kiriye û çavkaniyên ragihandin û çalakiyên
rewşenbîrî û hizrî yên xwe vekirine ji bo guhdarkirina li hemû bîr û ra, rexne
û projeyekê.
Di hevdîtinê
de, Ferhad Sengawî, wekî kadroyekî dêrîn yê Şoreşa Nû ya Gelê Kurdistanê,
spasiya zêde ya wefeya Mekteba Ragihandin û Hişyariyê kir û bîr û rayê xwe li
ser çend dosyayên navxweyî, neteweyî û navdewletî xist ber behs, tekez kir ku
pêwîste kêmasiyên ezmûna desthilatdariyê jî li Herêma Kurdistanê werin
rastkirin û guh li hemû xemxwerên nîştiman û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bê
girtin, di dawiya hevdîtinê de jî di atmosfereke tijî rêz û evînê de çend
wêneyên bîranînê hatin tomarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

