Berdevkê YNKê digel rojnamevanên kevin civiya
Kurdistan 08:35 PM - 2026-10-28
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê digel rojnamevanên kevin
Karwan Gezneyî, Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, îro Çarşemê
li binkeya Mekteba Siyasî, sêyemîn hevdîtina xwe bi rojnamevanên kevin yên
ragihandina YNKê re pêk anî.
Hevdîtin di çarçoveya wê zincîra serdan û hevdîtinên dilsoziyê de ye ji
bo wan qelem û dengên resen yên ku di salên borî de dîrokeke tijî serfirazî ji
bo ragihandina YNKê nexşandine.
Di keşek hevalane û tijî bîranîn de, gotûbêjeke vekirî li ser qonaxên
dijwar yên têkoşîna çiyê û pêşketinên lezgîn yên teknolojiya ragihandina
serdemê hate kirin.
Her di çarçoveya hevdîtina îro de wekî erkeke dilsoziyê, Berdevkê YNKê
serdana mala her du rojnamevanên kevin û naskirî yên YNKê (Serkewt Elî) û
(Ziryan Mehmûd) kir, ku ji ber têkçûna rewşa xwe ya tenduristiyê nekaribûn di
merasîmê de amade bin, tevî pirsîna tenduristiya wan hêviya selametiyê û zû
başbûnê ji wan re xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

