Wek yekem parêzgeha Îraqê.. Helebce dibe destxwişka bajarekî Brîtaniyayê
Kurdistan 03:43 PM - 2026-11-19
PUKMEDIA
Wêneyê Merasîmê
Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih, serdaneke fermî ji bo
Brîtanyayê pêk anî û di wê serdanê de li bajarê Portsmouthê çendîn civîn li dar
xistin ji bo temamkirina rêkarên destxwişktiya di navbera Helebce û bajarê
Portsmouth a Brîtanî de.
Komîteya Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Portsmouthê di meha
îlonê ya borî de bi piraniya dengên erênî projeyê pejirandibûn.
Rêxistina "Mala Kurdî li Portsmouthê" (Kurdish
Home) li pişt vê projeyê ye, ku yekem car di sala 2019an de pêşkêş kiribû, lê
ji ber pandemiya koronayê hatibû paşxistin.
Li gorî agahiyên ku tora nûçeyan a "BBC" belav
kirine, ev pêwendî ji bo rêzgirtina li Adîle xanim (Lady Adela) tê, ku, jiyana hejmarek leşker û efserên Brîtanî li Helebceyê
rizgar kiribû.
Herwiha her du bajar xwedî dîrokeke hevbeş in di rûbirûbûna
karesat û bombebaranan û piştre jî ji nû ve avakirinê de; Helebce di sala
1988an de rastî bombebarana kîmyewî hatibû û Portsmouth jî rastî êrîşên asmanî
yên Şerê Cîhanî yê Duyem hatibû.
Li gorî rapora Encûmena Şaredariya Portsmouthê, ev rêkeftin
dê bibe pirek ji bo danûstandina çandî, hevbeşiya perwerdehiyê û akademîk û
pêşxistina pêwendiyên navneteweyî, bi awayekî ku sûdê bigihîne her du bajaran.
Piştî temambûna rêkeftinê, Helebce dê bibe yekem parêzgeh li
Herêma Kurdistanê û Îraqê ku bi awayekî fermî rêkeftina destxwişkiyê bi
bajarekî Brîtanî re îmze dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

