Serokomarê Tirkiyê: Dema çek danîn temam bû derbasî qonaxa nû dibin
Kurdistan 04:27 PM - 2026-11-05
AA
Serokomarê Tirkiyê digel rojnamevanan
Serokomarê Tirkiyê Recep
Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê de ragihand ku, dema çek danîn temam bibe
ewê derbasî qonaxa nû bibin û bi biryarderî û hûrgilî ew pêvajoyê dişopînin.
Di bersîva pirsên rojnamevanan
de dema vegera xwe ji serdana Koreya Başûr de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp
Erdogan ragihand ku, tu rawestanek di pêvajoya aştiyê û çareseriyê de, tune ye û got: Pêvajo di çarçoveya ku qanûn diyar dike de berdewam dike.
Recep Tayyîp Erdogan,
anî ziman ku ew bi hûrgilî şopandina pêvajoyê dikin û got: Carinan ev pêşveçûn
ji ber nazikiya mijarê ne diyar bin, lê biryardariya me ya li vir gelekî zelal
e.
Serokomarê Tirkiyê aşkere kir ku şikeftên li
derveyî sînor gav bi gav tên valakirin û xebatên piştrastkirinê bi awayê ku
hatine plankirin berdewam dikin, û wiha axivî: Pêvajoya me di çarçoveya ku
Qanûn diyar dike de berdewam dike, ne mimkûn e ku em ji wir tawîzê bidin.
Got jî: Em bi hûrgilî
şopandina pêvajoyê dikin, ji bo gihîştina armanca mezin a ku gelê me dixwaze,
em bi baldarî pêş ve diçin. Carinan ev pêşveçûn ji ber nazikiya mijarê ne diyar
bin, lê biryardariya me ya li vir gelekî zelal e. Şikeftên li derveyî sînorên
me, gav bi gav tên valakirin, xebatên piştrastkirinê bi awayê ku hatiye
plankirin berdewam dikin.
Recep Tayyîp Erdogan
da zanîn ku, encumena me ya ku bi serokatiya Alîkarê Serokomar hatiye avakirin
û saziyên me yên têkildar ên dewletê jî bi temamî bi mijarê re serwext in. Bi
pêkhatina tam a danîna çekan û qedandina pêvajoyên piştrastkirinê re, em ê
derbasî qonaxa nû bibin.
Tekez li wê yekê jî
kir ku; Çareserkirina pirsgirêkên wiha mezin pêdiviyekî bi rêveberiyeke
hestiyar a pêvajoyê tîne. Em jî hewl didin ku vê bikin û mijarê bi hûrgilî bi
rê ve bibin. Em ê welatê xwe bi hev re bigihînin pêşerojeke aştî û aramiyê û
şer bi temamî bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Festîvala Gelawêj di roja duyemîn de çendîn çalakiyan lidar dixe
03:03 PM - 2026-11-06 -
Parlamentoya Tirkiyê Peymana Mekeyê Pejirand
10:51 AM - 2026-11-06 -
Bihayê petrolê dîsa bilind dibe
10:18 AM - 2026-11-06 -
Zeydî û Trump girîngiya xebatên ji bo piştgiriya aramiya herêmî tekez kirin
10:03 PM - 2026-11-05
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret Resûl: Bi wefadarî û yekdengî emaneta xwîna şehîdan diparêzin
02:47 PM - 2026-11-06
Axios hûrgiliyên pêşniyara Qeter ji bo Washington û Tehranê aşkere dike
01:20 PM - 2026-11-06
Dahata hefteya borî ya Silêmaniyê zêdeyî 5 Milyar Dînaran e
09:00 AM - 2026-11-06
Naveroka Peyama Serok Bafil Talebanî
12:23 AM - 2026-11-06
zortrin xwendraw
-
Naveroka Peyama Serok Bafil Talebanî
Kurdistan 12:23 AM - 2026-11-06 -
Serokomarê Tirkiyê: Dema çek danîn temam bû derbasî qonaxa nû dibin
Kurdistan 04:27 PM - 2026-11-05 -
Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî: Piştgîriya helwestên YNKê dikin
Kurdistan 03:18 PM - 2026-11-06 -
Parlamentoya Tirkiyê Peymana Mekeyê Pejirand
Cîhan 10:51 AM - 2026-11-06 -
Mekteba Siyasî ya Partiya Neteweyî ya Kurdistanê piştgiriya peyama Serok Bafil dike
Kurdistan 11:31 PM - 2026-11-05 -
Zeydî û Trump girîngiya xebatên ji bo piştgiriya aramiya herêmî tekez kirin
Cîhan 10:03 PM - 2026-11-05 -
Serok Bafil vekşîna YNK ji Hikûmeta têkçûyî radighîne
Kurdistan 10:47 PM - 2026-11-05 -
Festîvala Gelawêj di roja duyemîn de çendîn çalakiyan lidar dixe
Kurdistan 03:03 PM - 2026-11-06

.jpg)
.webp)



Aplîkêşin

