Zeydî û Trump girîngiya xebatên ji bo piştgiriya aramiya herêmî tekez kirin

Cîhan 10:03 PM - 2026-11-05
Zeydî û Donald Trump PUKMEDIA

Zeydî û Donald Trump

Serokwezîrê Federal Elî Felih El-Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump tekezî li ser girîngiya xebatên ji bo piştevaniya aramiya herêmî û pêşxistina zimanê diyalogê û dîplomasiyê kirin.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Elî Felih El-Zeydî roja pêncşemê bi rêya telefonê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re axiviye û di pêwendiyê de pêşhatên herêmê, rewşa ewlehiyê û pêşeroja qonaxa bê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de bal hatine kişandin ser girîngiya hevrêzî û şêwirîna navbera her du welatan li hemberî astengên heyî, xebatên ji bo piştevaniya aramiya herêmî û pêşxistina zimanê diyalogê û dîplomasiyê di çareserkirina qeyranan de, bi awayê ku bibe alîkar ji bo kêmkirina aloziyan û pêşîgirtina li ber berfirehbûna şer.

Serokwezîr her wiha helwesta Îraqê dubare kir ku daxwaza rêzgirtina li serweriya welatan dike, daxwaz dike ku axa wê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran neyê bikaranîn û tekezî li ser pêwîstiya çareseriyên aştiyane û diyaloga avaker kir, da ku ewlehiya herêmê û aramiya gelên wê werin parastin.

Her du aliyan her wiha girîngiya berdewamkirina pêwendiyên navbera her du welatan û hevrêzkirina helwestên li ser mijarên ku eleqeya wan a hevbeş in anîn ziman, bi armanca xurtkirina peywendiyên dualî û xizmetkirina berjewendiyên hevbeş.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket