Derbaz Kosret Resûl: Bi wefadarî û yekdengî emaneta xwîna şehîdan diparêzin

Kurdistan 02:47 PM - 2026-11-06
YNK Bi Serokatiya Serok Bafil, Yek Deng û Yek Biryar e PUKMEDIA

YNK Bi Serokatiya Serok Bafil, Yek Deng û Yek Biryar e

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Derbaz Kosret Resûl radigihîne: Xwendingeha wêrekî, netirsî, bêhndirêjiyê û biratiya heta dawiyê, encama rêbaz û mîrata bêbirîn ya Serok Mam Celal û Kak Kosret e, tekez jî dike ku, duh bi yek dengî biryar hat dan û ew ê bi hev re jî berdewam bin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, di peyamekê de ragihand: "Birayên min Kak Bafil, Kak Qubad û Kak Şalaw, û hemû hevalên min ên di serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de; tiştê ku îro di destê me de heye, berhemê xwîna şehîdan e, berhemê wefadariyê û serbilindiya serkirdeyên me yên dîrokî ne, berê renc û xebata kêmwêne û dûrûdirêj a lehengên vê rêbazê ne, û berhemê karê hevpar, helwêstên rastgoyane û keda bê westiyan e!.

Di dawiyê de jî, Derbaz Kosret Resûl tekez dike: Ev dîrok û serwerî, emanetê pîroz ê Serok Mam Celal û Kak Kosret e li ser milê me hemûyan. Bi wefadariyê û yekdengiyê em ê wê emanetê biparêzin, mîna ku duh me bi yek dengî biryarê dan, em ê bi hev re jî berdewam bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket