Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî: Piştgîriya helwestên YNKê dikin

Kurdistan 03:18 PM - 2026-11-06
Logoya YNK û Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî PUKMEDIA

Logoya YNK û Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî

Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî ya cîhana Erebî piştevaniya xwe ji bo helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serok Bafil derbarê vekişîna ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez kir ku divê rêz ji şirîkatiya rastîn re bê girtin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo helwesta Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û tevahiya dîtin û nêrînên wan anî ziman, ku YNK dixwaze pêvajoya demokratîk xurt bibe û pêvajoya dengdanê jî bi awayekî paqij birêve biçe, da ku pêvajoya siyasî pêşveçûneke mezintir bide û di asta daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê de be.

Her wiha di daxuyaniyê de, Hevpeymaniyê tekez li ser girîngiya rastkirina rêça hikûmdariyê û avakirina hikûmeteke çaksaziya niştimanî kir, ku dadmendiya civakî û baştirkirina jiyana welatiyan li ber çavan bigire, bi taybetî kêmderametan û çîn û texên karker û xebatkaran bixe ser hemû karên xwe.

Her wiha kar bike ji bo pêşvebirina pêwendiyeke avaker di navbera Herêmê û Hikûmeta Fedral de li Bexdayê, bi awayekî ku yekîtî û aramiya Îraqê xurt bike û ezmûna wê ya demokratîk biparêze.

Di dawiyê jî de, Hevpeymaniya Demokratîk a Civakî ya cîhana Erebî piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dubare kir, li ser wê bingehê ku çespandina demokrasiyê pêdivî bi rêzgirtina ji pirrengî û îradeya gel û xurtkirina şirîkatiya niştimanî heye, û daxwaz kir ku berjewendiya giştî li pêş berjewendiya hizbî ya teng bê danîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket