Naveroka Peyama Serok Bafil Talebanî

Kurdistan 12:23 AM - 2026-11-06
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil Celal Talebanî YNK

Serok Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyamek bi rêya vîdyoyê belav kir ku ev naveroka wê ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovn

Hevalên hêja, şevbaş...

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê gelekî hewl da ku hikûmeteke cuda ava bikin, hikûmetek ji bo xizmetkirina her kesî li Kurdistanê, ji bo aştiya bi welatên derdora me re, ji bo têkiliyeke baş û peywendiyeke xurt bi Bexdadê re, daku em bikarin mafên welatiyên xwe peyda bikin. Zêdetirî 15 caran min serdana Hewlêrê kiriye, min bi hemû birayan re li Hewlêrê rûniştin kir, gelek kes şandine cem min û me rûniştin kirine, mixabin me heta niha nikaribû bigihîjin encamekê.

Her qonaxeke ku em pêş ve çûne, bi hincetekê prose têk birine. Ev tiştê ku hatiye kirin, me jî dikaribû bikira. Ji min re dibêjin parlamento civiya ye, na parlamento neciviye, kêmîneyek di nava Partiya Demokrata Kurdistanê de îro îspat kirin ku nizanin demokrasî çi ye, tu rêzê li we dengdêran nagirin û îro îspat kirin ku nizanin divê hikûmdarî li vî welatî çawa be. Tiştekî din jî îspat kirin ku ji me çêtir dikarin pereyên we ji bo kirîna parlamenteran û çekên we ji bo hereşekirdina parlamenteran bikar bînin.

Me nikarî wiha bikira hevalan, meselê tirs be, tirs di berîka min de dijî, lê belê em qet wî bêrêziyê li hemberî we nakin, qet dest nadin dengê we. Min gelek caran ji we re gotiye ku em şaştiyên we nekin, eger tiştekî wiha biqewime em mikur nayên û danûstendinê pê re nakin. Lewma îro piştî civîna serkirdatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ku hemû desthilat hat dayîn ji min re bêyî ku vegerin serkirdatiyê, daku ez bi vî tiştî re reftar bikim, ez li vir ji we re radigihînim: Em mikur nayên bi vî tiştî, em mikur nayên bi ti tiştekî ku ji vî tiştî derkeve.

Du sal in ev hikûmeta karbirêker, nikaribûye hêsantirîn tişt dabîn bike,ne mûçe wekî xwe tê, li bihayê nefta me binêrin, li bihayê nefta Bexdayê binêrin, li bihayê benzîna me binêre, li bihayê benzîna Bexdayê binêrin. mînak pir in, ev hikûmet têk çûye (faşil bûye). Lewma yekem biryara serkirdatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê piştî vê yekê ew e ku em ji vê xulekê ve xwe ji vê hikûmeta têkçûyî a ku ji xwe re dibêje hikûmeta Kurdistanê vedikişînin. Wateya vê çi ye? Wateya wê ew e ku emê hemû hêza xwe bikar bînin,  ku pêdivî û pêwîstiya xelkê li deverê çiye peyda bikin, we bi xwe jî dît û herkes dizane ku ev tişt ser nagire, ev bername serkeftî nabe.

We dîtiye, maşelah çend alî û welatên navneteweyî pîrozbahî li me kirine, em amade ne her qurbaniyekê bidin ji bo gelê xwe, hûn mijûlî vê tiştê ne, em Yekîtî mijûlî pirsgirêkên Rojavayê ne, hûn mijûlî vê tiştê ne, em mijûlî pêvajoya aştiyê ne li Bakurê Kurdistanê, hûn mijûlî vê tiştê ne, em mijûlî wê yekê ne ku birayên me li Rojhilat jî maf û huqûqên xwe werbigirin, hûn mijûlî vê tiştî ne, em roj bi roj li Bexdayê ne daku rewşê aram bikin ku xelkê me karibe bi başî bijî, mûçeyan ji bo wan peyda bikin, mafên wan biparêzin.

Peyamekî min ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê heye, bi vê yekê dest pê dikim, we biryarek daye , hûn bi xwe dizanin biryar ne rast e, lê bi awayekî birayane ji we re dibêjim, xelkê me netirsînin, her kes YNKê nas dike, ev gelek sal in me soz daye Xwedayê mezin ku em nahêlin dilopek xwîna kesî li Kurdistanê birije. Lewma daxwazê ji we dikim ku dev ji vê tevgera hêzê û van tiştên ku we duh dest pê kirine berdin, dev ji van tiştan berdin, kes nayê ser we, kes tu tiştekî li hemberî we nake. Biryareke wisa didin divê hûn di heman demê de netirsin, lê bi zelalî dixwazim hûn vê yekê zanibin, ez dubare dikim em îtîrafê bi vê tiştê nakin, em îtîrafê bi tu hikûmet û postekî ku ji vê derkeve nakin, em îtîrafê bi we nakin, hûn me mecbûr dikin ku berteka me hebe, hûn li wir çi bikin emê jî li vir bikin.

Serokê Herêmê datînin, emê Serokê Herêmê danin, Wezîr datînin emê Wezîr danin, Serokê Encûmena Wezîran datînin, Serokê Encûmena Wezîran datînin

Ev herêm ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, bi xwîna şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatiye avakirin.

Ez vê yekê ji we re dibêjim: Bi Xwedayê mezin û dilovan we dest pê kir ez ê bidawî bikim.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket