Serok Bafil vekşîna YNK ji Hikûmeta têkçûyî radighîne

Kurdistan 10:47 PM - 2026-11-05
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

YNK Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand ku ew ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vedikişin û ti danûstandineke bi ti tiştê ku çend roj berê li Hewlêrê qewimî re nakin û nas nakin.

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di peyameke vîdyoyî de got: Em bi hemû hêza xwe xebitîn ku em hikûmeteke çalak û xurt li Herêma Kurdistanê ava bikin, û min bi xwe zêdetirî 15 caran serdana Hewlêrê kir û li wir bi gelek birayan re civiyan, lê mixabin me nedikarî bighêjin ti encamekê û her carê bi behaneyên cuda nêzîkbûna me ya ji bo lihevkirinê asteng dikin.

Wî zêde kir: Ya ku di Parlamentoya Kurdistanê de qewimî civîna kêmîneyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û wan nîşan dan ku ew rêzê li demokrasiyê nagirin û rêzê li vîna dengdêran nagirin, her wiha wan nîşan dan ku ew dikarin pereyên gel bi başî bikar bînin ji bo kirîna parlamenteran û gefxwarina li ser wan, û me jî dîkarî ev yek bikira, lê belê em ne wekî wan in û em ê tu carî wê şaşiyan nekin.

Serokê Yekîtiya Nîştimanî got jî: Îro piştî civîna Encûmena Serkirdatiyê, hemû desthilatên pêwîst dan min û li vir em radigihînin ku em vê pêngava ku li Parlamentoya Kurdistanê hatiye avêtin û ti tiştên ku jê derketine qebûl nakin û nas nakin, û ev hikûmet ji zêdetirî du salan ve tenê karên rojane dimeşîne, tevî vê yekê jî nikarîbû ti tiştekî ji bo welatiyan pêk bîne û ev hikûmet serneketî ye û biryara me ya yekem vekşîn ji vê hikûmetê bêbexte û em kar li ser peydakirina daxwazên welatiyan û pêdiviyên wan dikin.

Û got: Me soz da Xwedayê mezin û hemû welatiyên xwe û em ê bixebitin da ku hemû pêdiviyên wan peyda bikin, em ê tu hikûmet an postekî ku ji vê pêngava çend roj berê li Hewlêrê hatiye avêtin derketibe nas nekin, û em ji aliyê din re dibêjin: Her pêngaveke ku hûn bavêjin em ê bersiva wê bidin, heke hûn serokê Herêmê diyar bikin, em ê jî serokê Herêmê diyar bikin، û heke hûn serokê hikûmetê diyar bikin، em ê jî Serokê Hikûmetê diyar bikin، û heta ku hûn her Wezîrekî jî diyar bikin، em ê jî Wezîrekî diyar bikin, lewra her pêngaveke we dê bi bersiveke wekî wê re rûbirû bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket