Bihayê petrolê dîsa bilind dibe

Aborî 10:18 AM - 2026-11-06
Bihayê Petrolê PUKMEDIA

Bihayê Petrolê

Bihayê petrolê li bazarên cîhanê bilindbûn û nizimbûnên mezin bi xwe ve dibîne û tevî dûrketina egera şer jî, hîn jî bihayê wê bilind e û yek bermîl petrola Brent bi 100 dolarî tê firotin.

Li gorî malpera (OIL PRICE), îro di 6ê Mijdara 2026an de, bihayê yek bermîl petrola Brent bilindbûnek bi xwe ve dîtiye, dolarak û 76 cent zêde bûye û bi 100 dolarî tê frotin.

Di heman demê de, yek bermîl petrola Texasê jî dolarak û 25 cent bilind bûye û bi 91 dolar û 77 centan tê firotin.

Ji ber binketina Komariyan di hilbijartinên nîvî yên Amerîkayê de û dûrketina egera şerê li dijî Îranê, egera destpêkirina şer hate kêmkirin, lê daxuyaniyên dijber ên Donald Trump, Serokê Amerîkayê, ku behsa operasyonên sînorkirî û wêrankirinê dikin, hîn jî egera destpêkirina şer bi vekirî hiştiye. Ev yek jî bûye sedem ku petrol parêzgariya li bihayê xwe bike, her çendî daketineke kêm jî dibîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket