Ehmed Şeri: Naskirina mafên Kurdan erk bû

Kurdistan 09:13 AM - 2026-09-23
Ehmed Şeri serokê Sûriyê PUKMEDIA

Ehmed Şeri serokê Sûriyê

Sûriyê

Serokê Sûriyê ragihand ku naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan li welatê wî, erkê ser milê hikûmeta wî û mafê rewa yê gelê Kurd bû piştî 100 salan. Got jî ku wan bi serkirdatiya Kurd re li Rojavayê Kurdistanê li ser wê yekê li hev kiriye ku xwendin li navçeyên Kurdnîştecih bi zimanê Kurdî be.

Roja çarşemê 23-09-2026an, lêkolîner û şîrovekarê Amerîkî Brett McGurk amaje bi mersûma serokatiya Sûriyê ya hejmara 13 kir ku derbarê mafên Kurdan de ye û ew bi "belgenameyeke balkêş" bi nav kir. Lê belê di heman demê de nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna aloziyan de anî ziman, bi taybetî piştî kuştina şervanekî Kurd ê hêzên ewlehiyê li Hesekê ku niha tevlî artêşa Sûriyê bûne. Her wiha pirsek li ser pirsa xwendina bernameya niştimanî bi zimanê Kurdî û misogerkirina mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de arasteyî Serokê Sûriyê kir.

Di bersivê de, Ehmed Şeri Serokê Sûriyê ragihand ku Sûriye xwedî dîrokeke kevnar a bihevrejiyana aştiyane ya fireh ya pir neteweyî û olî ye, û Kurd beşek in ji civaka Sûriyê û di nava vî dewletî de dijîn. Ji ber ku naskirina fermî ya mafên çandî û zimanî yên Kurdan erk û mafê rewa bû, me berî yekxistinê ev ferman derxist û piştî 100 salan pêşwaziyeke gelekî germ lê hat kirin.
Derbarê xwendina zimanê Kurdî de, Serokê Sûriyê zelal kir ku wan li ser wê yekê li hev kiriye ku li navçeyên Kurdnişîn bi zimanê Kurdî bê xwendin û niha tîmên teknîkî yên Wezareta Perwerdeyê mijûlî danîna mekanîzmaya cîbicîkirina wê fermanê ne.

Ehmed Şeri her wiha behsa kontrolkirina navçeyan û yekxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got: Piştî wê rêkeftinê ya ku me bi wan re kir, niha dewlet kontrola temam a xaka Sûriyê an nêzîkî temamê xaka Sûriyê bi dest ve aniye.

Di heman demê de, derbarê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re, Serokê Sûriyê Ehmed Şeri ragihand: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê re heye û em xwedî berjewendiyên hevbeş ên aborî, siyasî û ewlehiyê ne.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket