Desteya Destpakiyê:Du parlementer bi 7 sal sizayê girtîgehê hatin sizakirin

Êraq 02:52 PM - 2026-09-23
Logoya Desteya Destpakiyê Desteya Destpakiyê

Logoya Desteya Destpakiyê

Desteya Destpakiyê ya Îraqê ragihand ku parlementerên Îraqî Aliye Nuseyif û Eşwaq Cibûrî bi heft sal sizayê girtîgehê hatin sizakirin digel neçarkirina wan ku ew pereyên bi ne yasayî berhev kirine vegerînin.

Li gor daxuyaniyek Desteya Destpakiyê, îro Çarşem rêkefta (23-09-2026). an, Dadgeha Siza ya Dijî Gendeliyê, bi tohmeta gendelî û şûştina pereyan, heft sal sizayê girtîgehê sepand ser Parlamenter Aliye Nusayif.

Li gorî daxuyaniyê, parlamenter bi ne rewa zêdetirî 14 milyar dînar û zêdetirî 12 milyon dolar berhev kiriye,lewra dadgehê ferman da ew 61 milyar dînar vegerîne xezîneya hikûmetê.

Desteya Destpakiyê amaje bi wê yekê kir ku,parlementer Aliye Nusayif ei dozeke din de, ji ber dayîna agahiyên derew li ser formeke Astopak û veşartina agahiyan, sê sal sizayê girtîgehê lê hat birîn.

Ji aliyekî din ve, parlementer Eşwaq Selîm Cibûrî bi tohmeta berhevkirina ne rewa ya nêzîkî 12 milyar dînar bi heft sal sizayê girtîgehê hat sizakirin û dadgehê ferman da ku ew 23 milyar dînar tazmînatê bide.

Hevdem, dadgehê di biryareke din de, ji ber dayîna agahiyên derew di forma estûpakiyê de û veşartina agahiyan, sê sal sizayê girtîgehê da parlamenter.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket