Serokkomar girîngiya pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Îraq û Îtalyayê de tekez kir

Êraq 01:59 PM - 2026-09-23
Serokkomar Ragihandina Serokkomar

Serokkomar

Îraq

Birêz Serokkomar Nîzar Amêdî, îro Çarşemê 23ê Îlona 2026an li Qesra Aştiyê ya li Bexdayê, Balyozê Komara Îtalyayê yê li Îraqê, Niccolo Fontana pêşwazî kir.

Di dema hevdîtinê de, Serokkomar tekezî li ser giringiya bilindkirina asta peywendiyên Îraq û Îtalyayê û berfirehkirina çarçoveyên hevkarî û hevahengiyê di navbera her du welatan de kir, bi awayekî ku hevbeşa heyî xurt bike û derfetên nû ji bo xebata hevbeş di warên aborî, veberhênan, çandî û perwerdeyê de veke. Wî her wiha bal kişand ser giringiya sûdwergirtina ji ezmûn û serpêhatiyên hevdu, bi vî rengî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên her du gelên dost bike.

Ji aliyê xwe ve, Balyoz Fontana bal kişand ser giringîdan û kelecana welatê xwe ji bo kûrkirina peywendiyên bi Îraqê re û berdewamkirina xebata hevbeş û hevkariyê di warên ku berjewendiyên wan ên hevbeş de ne.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket